Hilbijartinên Kurdistanê | Encama serkeftiyên kotaya pêkhateyan eskere bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku encama 5 kotayên ku di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ji pêkhateyan re hatibûn veqetandin, eşkere bûne.
Duh dengdana hilbijartinên dewra 6an a Parlamentoya Kurdistanê hat kirin. Di hilbijartinê de 1000 û 191 namzed ketin hevrikiyê ku 368 kesên wan jin bûn. Dengdanê duh saet di 07:00ê sibehê de dest pê kir û saet 18:00ê êvarî de bi dawî bû. Rêjeya beşdarbûna hilbijartinan bi qasî ji sedî 72 bû. Ji sedî 95ê sindoqan hatine vekirin.
Li gorî encamên yekem ên nefermî; Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK): 40, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK): 23, Nifşê Nû: 16, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû): 7, Tevgera Helwest: 3, Eniya Gel (Bereya Gel): 2, Tevgera Guhertin (Goran) ): 1, Civaka Dadgeriya Kurdistanê (Komal): 3 kursî bi dest xistine.
Serkeftiyên pêkhateyan hatin eşkerekirin
Di Parlamentoya Kurdistanê de bi giştî 100 kursî hene. 5 ji van kursiyan weke kotaya pêkhateyan ji bo tirkmen, keldanî, asûrî û xirîstiyanên asûrî hatine terxankirin. Encumena Dadweriyê ya Iraqê di dema borî de kotaya 11 kursiyên ji bo pêkhateyan betal kiribû. Di nava van 5 kursiyên kotaya pêkhateyan de, êdî kursî ji bo ermenan nayên veqetandin.
Li gorî vê yekê li Hewlêrê 2, li Silêmaniyê 2 û li Dihokê jî kursiyek ji bo pêkhateyan hatin diyarkirin. 3 kotayên xrîstyanan 3 kursî ji bo asûrî-suryanî-keldaniyan hatin veqetandin.
Hêdî hêdî diyar dibe bê di hilbijartinên 20ê cotmehê de ji namzetên pêkhateyan kî û kî bi ser ketiye.
Li gorî vê yekê agahiyên berdest dibêjin ku;
Li Hewlêrê; namzeta tirkmenan Mûna Kahvecî û yê xirîstyanan Ramî Nûrî, li Silêmaniyê; namzetê Lîsteya Babîlî ya Xirîstyanan Dana Armanc û yê tirkmenan Necdet Nûrî û li Dihokê jî namzetê xirîstyanan Jaymes Hesdo bi ser ketiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin