Hilbijartinên Kurdistanê: Nirxandina Wezareta Derve ya Amerîkayê
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi awayekî dadmend û bi rêkûpêk birêve çû. Wezareta Karên Derve bang li aliyên siyasî kir ku ji bo avakirina hikûmeteke ku îradeya gel temsîl dike dest bi danûstandinan bikin.
Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel derbarê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de ku doh hatin lidarxistin got: “Niha armanca me ew e ku em aliyan teşwîq bikin ku bilez û bê navber beşdarî danûstandinan bibin. Bi vî awayî, em dikarin pêkanîna bilez a hikûmetek zexm ku îradeya gel temsîl dike misoger bikin."
Vedant Patel destnîşan kir ku bihêzkirina demokrasiyê mijareke sereke ye û ev yek dibe sedema aramiya cîhanê û bihêzkirina hevalbendan.
Patel diyar kir ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê bi awayekî serketî bi dawî bûne û diyar kir ku ev rewş bi berjewendiyên DYAyê re digunce.
Herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku divê aliyên siyasî dest bi diyalogeke berdewam bikin û gavên bilez ji bo avakirina hikûmeteke aram ku nûneratiya xelkê bike, bavêjin.
Herwiha bang li serkirdeyên Kurd jî kir ku rêyekê bibînin ji bo derbaskirina nakokiyên xwe û pêkanîna hikûmetê.
Berdevk got: "Hîn gelek pirs hene ku divê di navbera serkirdeyên Kurd li Herêma Kurdistana Iraqê bên çareserkirin, lê eger ew nakokiyan derbas bikin wê di berjewendiya xelkê de be. Pêşveçûn û avakirina hikûmetê di zûtirîn demê de ji bo wan girîng e."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin