Hilwesîna bîra sondajê ya Gabarê: Endezyarekî can da, 2 karker birîndar bûn
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di encama hilweşîna bêra sondajê ya Hevkariya Piralî ya Neftê ya Tirkiyeyê (TPAO) ya li Çiyayê Gabarê de endezyarekî jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniya TPAOyê de hat diyarkirin ku endezyarê jiyana xwe ji dest daye Mehmet Îrfan Guler e.
Weke tê zanîn, serê vê sibehê, di bîra sondaja neftê ya TPAOyê ya li Çiyayê Gabarê yê parêzgeha Şernexê ya bakurê Kurdistanê bûyerla rûxanê pêk hatibû.
Çend demjimêr beriya niha hatibû ragihandin ku ji bilî mirina endezar Mehmet Îrfan Guler, 3 karker jî di bin kavilên bîra sondajê de mane.
Parêzgariya Şernexê jî bi daxuyaniyeke nû ragihand ku 2 karker bi birîndarî hatine rizgarkirin û xebatên ji bo rizgarkirina karkerê din jî didomin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin