Hisiça | Di topbarankirina artêsa Tirkiyeyê û ANSyê de jinekê can da

14 February 2025 14:34 0 dîtin
Hisiça | Di topbarankirina artêsa Tirkiyeyê û ANSyê de jinekê can da

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dane vê sibehê, artêşa Tirkiyê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) ku Tirkiye piştgiriya wê dike, gundê Zeydiyê yê navçeya Zerkan a Hisiçaya Rojavayê Kurdistanê topbaran kiriye û di encamê de jineke 65 salî can da û 2 kurên wê jî birîndar bûn.

Jêderên xwecihî diyar kir ku artêşa Tirkiyeyê û ANSya bi ser wê ve derdora saet 10:00aan, li gundên Zerkanê topek avêtiye ser xetên peywendiyê.

Gelek top li gundê Zeydiyê, Delawiyê û yê Şorê ketin. Di encama topbaranê de Rehîme Sebrî (65) ya ji gundê Zeydiyê can da û her du kurên wê Nesredîn Sebrî û Ehmed Sebrî jî birîndar bûn. Her du birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyên li bajarê Dirbêsiyê.

Jêderan her weha tekez kir ku di encama topbaranê de ziyanên madî jî gihîştin milkên sivîlan.