Hisyariya Îsraîlê ji welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê re!

18 October 2023 09:41 0 dîtin
Hisyariya Îsraîlê ji welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê re!

PeyamaKurd – Buroya Ewlehiya Neteweyî ya Îsraîlê bang li welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê kir ku dibe ku hinceta "bersiva tolhildanê" çêbibe, di zûtirîn demê de welat terk bikin.

Navenda Ewlehiya Neteweyî ya Îsraîlê ji Îsraîliyên li Tirkiyeyê xwest ku demildest welat terk bikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "ji bo Tirkiyeyê hişyariya seyahetê derket asta herî bilind a 4an" û wiha hat gotin: "Metirsiyên terorê yên li dervayê Îsraîlê gav bi gav zêde dibin."

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin, "Hemû Îsraîliyên ku li Tirkiyeyê mane divê di zûtirîn demê de welat biterikînin."