Hisyariya rêwîtiyê ji 'wî' welatÎ ber bi Îsraîl û Filistînê ve
PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Îngilîstanê bang kir ku "heya ku hewce nebe" neçin Îsraîl û herêmên Filistînê.
Di daxuyaniya ji aliyê Wezaretê ve hat dayîn de derbarê hişyariya seyahatê de hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê ji 27ê Cotmehê heta niha operasyonên xwe "pir berfireh" kirine.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, dibe ku li dijî Şerîeya Rojava, Îsraîl û herêmên Filistînê êrîşên moşekî û bûyerên tundiyê zêde bibin û wiha hat gotin: "Wezareta Karên Derve ya Îngilîstanê ji bilî seferên bingehîn, bang dike ku neçin Îsraîl û erdên Filistînê."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin