Hizbullahê bi roket û balafirên bêmirov êrisî Îsraîlê kir!

05 July 2024 08:55 0 dîtin
Hizbullahê bi roket û balafirên bêmirov êrisî Îsraîlê kir!

PeyamaKurd – Hizbullahê piştî kuştina yek ji fermandarê wê yê meydanî yê payebilind Mihemed Nîme Nasir, ji Lubnanê bi zêdetirî 200 rokêt û balafirên bêmirov êrîş bir ser Îsraîlê. Li hember vê yekê jî artêşa Îsraîlê li ser avahiyên leşkerî yên Hizbullahê xist. Ev yek ji pevçûnên herî dijwar bû ji dema ku Îsraîl piştî êrîşa Hamasê dest bi operasyoneke leşkerî li dijî Xezzeyê kir.

Hizbullah ji Lubnanê bi zêdetirî 200 rokêt û balafirên bêmirov êrîşek li ser Îsraîlê kir piştî ku yek ji fermandarên wê yên meydanî yê payebilind Mihemed Nîme Nasir roja Çarşemê di êrîşeke Îsraîlê de hat kuştin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrîşan de leşkerekî wê hatiye kuştin û di bersivê de wan li başûrê Lubnanê "avahiyên leşkerî yên Hizbullahê û hedefên din" xistine.

Medyaya Lubnanî jî ragihand ku li bajarê Hûlayê di encama êrîşa balafirên bêmirov ên Îsraîlê de kesek mir.

Ev yek ji pevçûnên herî dijwar bû di navbera Hizbullah û artêşa Îsraîlê de ji dema ku Îsraîlê dest bi operasyoneke leşkerî li dijî Xezzeyê kir piştî êrîşa Hamasê di 7ê Cotmehê de.

Serokê rêxistina Îslamî ya Hizbullah a Lubnanê Hesen Nasrallah meha borî di daxuyaniyekê de gotibû ku ew ji bo şerekî berfireh ligel Îsraîlê amade ne.

Di navbera Îsraîl û Hizbullaha Lubnanê de ji 7ê Cotmehê û vir ve hema hema her roj êrişên li hember hevdu rû didin. Di van pevçûnan de zêdetirî 400 kes, ku piraniya wan endamên Hizbullahê ne, li Lubnanê û 25 kes ku piraniya wan leşker in, li Îsraîlê hatine kuştin.