Hizbûllah: Em û Îsraîlê derbazî pêvajoya 'serê askere' bûn
PeyamaKurd - Cîgirê Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Şêx Naîm Qasim, ragihand ku piştî kuştina bi sûîqestê ya Serokê Hêzên Ridwan ên hêzên elît yên Hizbullahê Îbrahîm Aqîl, di şerê wan û Îsraîlê de ew derbazî pêvajoya nû ya "Şerê aşkere" bûne.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Şêx Naîm Qasim îro beşdarî merasîma axspartinê ya Serokê Hêzên Ridwan Îbrahîm Aqîl ku di hêrişeke sûîqestê ya artêşa Îsraîlê de hatibû kuştin bû.
Şêx Naîm Qasim di axaftina merasîma ku li taxeke başûrê Lubnanê pêk hat de got: "Em ketin pêvajoyeke nû ku em ew weke pêvajoya 'Şerê aşkere' pênase dikin. Rêbaza leşkerî bûye sedema asêbûna Îsraîlê û şêniyên li bakur. Lê belê li gel hemû egerên leşkerî jî, em amade ne li hemberî Îsraîlê şer gurr bikin."
Piştî hêrişên rager û amûrên elektronîkî yên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê ku Îsraîlê ew wek hêrişeke li dijî Hizbûllahê dinirxîne, metirsiya berbelavbûna şerekî herêmî zedetir bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin