Hîzbûllahê ragihand ku du êrîsan biriye ser Îsraîlê
PeyamaKurd – Hîzbûllahê ragihand ku du operasyonan kiriye ser Îsraîlê. Yek ji wan li tesîsên leşkerî û li avahiyên artêşa Îsraîlê xistiye. Êrîşa dinê jî biriye ser cîhazeka sîxwurî ya Îsraîlê.
Li gor du daxwuyaniyên Hîzbûllahê; êrîşekî birine ser başûrê Girên Golanê, ser jîngeha Yahûdiyan ya Natûrê. Di êrîşê de avahî û baregehên leşkerî kirine armanc.
Nêzî sînorê Lubnanê li jîngeha Dowewê, Îsraîlê cîhazekî sîxurî daniye ser vîncekî û Hîzbûllahê bi drona kamîkazî cîhazê îmha kiriye.
Her dû êrîş bi sedema artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê gund û jîngehan kiribû hedef û li hedefan xistibû û Hîzbûllah jî tola êrîşê ji Îsraîlê sitendiye.
Li ser candayiyan û jimara birîndaran ti agahî nehat dayîn.
Li gor ajansa Lubnanê ya NNAyê, topvanên Îsraîlê li nêzî bajarokê Meys el-Cebelê, li devera el-Merca Başûr bi bombeyên fosforê lê xistiye.
Wezareta tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku li bajarokê Mecadilê 3, li bajarokê Şihinê kesekî di encama êrîşa Îsraîlê de birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin