Hizbullaha Iraqê beriya serdana Blinken gef lê xwar!

05 November 2023 12:34 0 dîtin
Hizbullaha Iraqê beriya serdana Blinken gef lê xwar!

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku berpirsê ewlehîyê yê milîsên Ketayîbî Hizbullaha Iraqê Ebu Elî Eskerî beriya serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken a Iraqê, gef lê xwar û got, “Ji niha û pê de em nahêlin ti berpirsekî Amerîkî serdana Iraqê bike”.

Ebu Elî Eskerî gotiye, bi ti awayî ew pêşwazîyê li serdana Blinken nakin, ew ê ji berê zêdetir dijatiya Amerîkayê ya li Iraqê bikin.

Berpirsê Hizbullahê diyar kiriye, “Em dê hewl bidin ti berjewendiyeke Amerîkayê li Iraqê nehêlin û hemûyan ji kar bixin û li gor xwe emê karekî bikin ku balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê bê daxistin û ji niha û pê de rê nayê dayîn bi ti awayekî Amerîkiyek serdana Iraqê bike.”

Berpirsê Hizbullah a Iraqê herwiha gotiye, vekirina dosya derxistina hêzên biyanî li Iraqê tenê ji bo wê yekê ye ku em bêdeng bin û tenê gotine û ji bo em ti çalakiyeke leşkerî nekin wê dosyeyê tînin holê.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ev daxuyaniya Hizbullaha Iraqê berî serdana Blinken a tê çaverêkirin îro 5ê Mijdarê pêk were hatiye dayîn ku dê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Antony Blinken bi Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî re bicive.