Hizbullaha Iraqê encamên hilbijartinê û hikûmeta bê avakirin boykot kir
PeyamaKurd – Hizbullaha Iraqê (Ketayîb Hizbullah) ku hêzeke milîs a Şîe ya girêdayî Heşda Şeibî ye û gelek caran gef li hêzên Amerîkî yên li Iraqê xwariye, ragihand ku ew encamên hilbijartinan nas nakin û beşdarîyê di hikûmeta bê damezrandin de nakin.
Di daxuyaniya Ketayib Hizbullah de hatiye deshilata Iraqê tê tawanbarkirin û tê gotin, yên dest danîne ser mafên iraqiyan piştevaniyê ji hevpeymaniya Îsraîl-Siûdî û Amerîkayê distînin.
Herwiha komîsyona bilind a hilbijartinên Iraqê û dadweriya Iraqê jî tê tohmetbarkirin ku di bin bandor û şantajên Amerîka û nûnera Neteweyên Yekbûyî Jeanine Plasschaert de mane.
Hizbullahê diyar kiriye ku ew di nav hikûmeta nû de cî nagirin, lê ew dê di parastina mafên xwe de berdewam bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin