Hizbûllaha Iraqê gefa serekî mezin li Serokwezîrê Iraqê xwar
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, ev demek e ji ber girtina milîsên îranî yên êrîşan dibin ser balyozxaneya Amerîkayê û biryara wergirtina tedbîrên ewlehiyê li hemberî wan milîsan rastî gefan tê.
Herî dawî Hizbûllaha Iraqê – Ketaîb Hizbullah bi ser hêza bi ser Heşda Şeibî ve Asayîb el Heq gef li Kazimî xwar. Asayîb el Heq çend roj berê rastî operasyona hêzên Iraqê hatibû û hin fermandarên wan hatibûn girtin.
Berpirsekî leşkerî yê hizbûllahê Ebu Elî Eskerî, ji ber tedbîrên Kazimî yên nehiştina hêzên derveyî yasayan di nav Heşda Şeibî de, gefa rûdana şerekî mezin li Kazimî xwar û got, bila sebra wan neyê pîvandin.
Eskerî gotiye, “Ne îstixbarata Îranê, ne Amerîka û ne jî kesên daxuyaniyan didin nikarin wî biparêzin.”
Eskerî destnîşan kiriye ku wê hevkarî û tifaqa wan a bi Asayîb el Heq re berdewam bike û ew dê heta dawiyê parastina wan bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin