Hizbullahê pistî kustina Arurî êrîsî çend xalên Îsraîlê kir

03 January 2024 11:23 0 dîtin
Hizbullahê pistî kustina Arurî êrîsî çend xalên Îsraîlê kir

PeyamaKurd – Hizbullaha Lubnanê, piştî êrîşa Îsraîlê ya bi ser Beyrûdê de ku yek ji damezrînerê Lîwayên Izedin Qesam ên Hemasê Salih El Arurî hate kuştin, êrîşî çend xalên leşkerî yên Îsraîlê kir.

Hizbullahê ragihandiye ku wan bi moşekan li xalên leşkerî yên Îsraîlê yên Cel el-Alem, Merc û Mitatê xistiye.

Li gorî nûçeya malpera Walla ya Îbranî, çavkaniyeke ji hikûmeta Îsraîlê ragihandiye ku ew amadekariya rûbirûbûna bersiveke mezin a Hizbullahê ya piştî kuştina Arurî dikin.

Hizbullahê piştî êrîşa ser Beyrûdê ku li taxa Maşrafiye ya herêma Dahiye ya Hizbullah lê xurt e û Hemas tê de bicih bûye, gef li Îsraîlê xwaribû û ragihandibû ku wê ew êrîş bê ceza nemîne.