Holanda: Pistgiriya me ji bo hêzên Kurdî li Sûriyê girîngiyeke mezin e
PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Hollandayê Breklemans piştî hevdîtina xwe ya li gel Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek da û got: "Ji ber aloziyên li Sûriyeyê, piştgiriya me ya ji bo hêzên Kurdistanî gelekî girîng e."
Wezîrê Berevaniya Holandayê Rubin Breklemans ku îro bi serdaneke fermî ligel şandeke pê re çûbû Hewlêra paytext, bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.
Piştî hevdîtinê Breklemans li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X li gel wêneyên hevdîtinê ev tişt parve kir:
“Me bi Serokê Herêma Xweser a Kurdistanê li Iraqê Barzanî re derbarê ewlehî û aramiyê de hevdîtin kir.
Ji ber aloziya li Sûriyê, piştgiriya me ya ji bo hêzên Kurdî gelekî girîng e.
Têkiliyên me yên nêzîk vedigerin gelek berê. Spas ji bo pêşwaziya we ya germ!”
Serok Nêçîrvan Barzanî jî di daxuyaniya xwe ya li ser tora civakî ya derbarê hevdîtinê de kêfxweşiya xwe ya ji bo serdanê nîşan da.
Barzanî got, “Herêma Kurdistanê wê zêdetir pêwendiyên xwe ligel Holandayê bihêztir bike û em piştgiriya Holanda di şerê li dijî terorê de bilind dinirxînin. Em dixwazin hevkarî û hevahengiya me bi Hollanda re berdewam be ji bo dabînkirina aştî û aramiya li herêmê."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin