Hollanda xebatên konsulxaneyên xwe yên Erbîlê û Tehranê radiwestîne

13 April 2024 16:30 0 dîtin
Hollanda xebatên konsulxaneyên xwe yên Erbîlê û Tehranê radiwestîne

PeyamaKurd – Hukumeta Hollandayê ji ber pirsgirêkên navbera Îsraîlê û Îranê derketin asteka talûkê, xebatên konsulxaneyên xwe yên Erbîlê û Tehranê ji roja yekşemê û bi şûnde radiwestîne.

Ji bilî rawestandina xebatên her dû konsulxaneyan jî wezareta karên derve ya Hollandayê ragihand; eger mecbûrî nîn be divê hemwelatiyên Hollandayê seredanên xwe yên Herêma Kurdistanê, Îsraîlê Îranê paşde bixin. Balyozê Erbîlê yê Hollandayê Jaco Beerends ji bo Rûdawê gotiye:

“Ji mîsyonên me yên Rojhilata Navîn weka tedbîr ji bo roja Yekşemê em digrin. Wê xebatên me kengê destpêbikin em ê roja Yekşemê biryarê bidin.”

Wezareta Hollandayê got ku li deverên li ser sînorê İsrail-Gazze, sînorên Îsraîl-Misir-Lubnan û Sûriye asta geştiyariyê sore û yên di derveyê herêmên navborî de asta wan tûrûnc e.

Di daxwuyaniya hukumeta Hollandayê de; tevî rengê tûrûnc tê vateya ku dikarin seyahetê bikin jî, ji ber rewşa heyî, seredanên ji bo Îsraîlê bên kirin, divê paşde bixin.

Sedema wesiyeta Hollandayê ji bo hemwelatiyên xwe, ji ber êrîşa Îsraîlê ku di 1ê Nîsanê de kiribûn ser balyozxana Îranê ya li Şamê û tê de 2 general bi temamî 7 kes hatibûn kuştin û dijminahiya navbera Îran-Îsraîlê li ser bûyerê zêde bûbû, nîşan da.