HRW: Bexda bi girtina kampên penaberan ên Herêma Kurdistanê jiyana Sengaliyan dixe metirsiyê
PeyamaKurd - Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Navneteweyî (HRW) ragihand ku girtina kampên penaberan ên li Herêma Kurdistanê wê penaberên Şengalê bixe metirsiyê.
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê eşkere kiribû ku hikûmeta Federal a Iraqê fermana heta 30yê Tîrmehê, girtina 32 kampên penaberan yên Herêma Kurdistanê daye.
Li 32 kampên Herêma Kurdistanê nêzîkî 157 hezar penaber dijîn û piraniya wan Şêniyên Şengalê ne.
“Aramî li Şingalê nîne”
HRWyê di raporta xwe de ragihand ku girtina 32 kampan, wê jiyana şêniyên kampan ku piranî ji navçeya Şengalê ne, dixe metiryê.
Di raporê de wiha hat gotin: “Şengal ne aram e û xizmetên civakî, garantîkirina mafên aborî, civakî û çandî yên bi hezaran penaberên nehatiye bicihanîn.
Dibe ku di demek nêzîk de ew penaber neçar bibin ku vegerin.”
Lêkolînera HRWyê ya çalakvana mafên mirovan Sara Sinbarê jî da zanîn ku piraniya xelkê Şengalê ji 2014an ve di kampan de dijîn û got: "Divê vegerin malên xwe, lê belê divê veger bi ewle û bi dildarî be.
Sara Senberê ji ber ku li herêma Şengalê xizmetên binesaziyê û ewlehî tune ye, bi girtina kampan hikûmet serkêşiya karesateke mezin dike.
Ji sedî 70yê Şingalê wêran bûye
Di raporê de hate gotin ku ji sala 2014an heta 2017an ji sedî 80ê binesaziyê û ji sedî 70yê xaniyên Şingalê di şerê li dijî DAIŞê de wêran bûne.
Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) heta niha jî nêzîkî 183 hezar kes li Şingalê koçber bûne ku ji sedî 85ê wan Kurdên Êzidî yên wî bajarî ne.
Niha ji sedî 65ê gundên Şingalê li herêmê mane û 13 bajarok û gundên Şingalê jî vala ne.
Di 24ê Kanûna Paşîn de, Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê roja 30ê Tîrmehê wekî dema dawî ya ji bo girtina kampan diyar kiribû.
Malbatên Şingalê nehatine qerebûkirin
Di raporta xwe de HRWyê amaje bi wê yekê kir ku astengiyeke mezin li pêşiya vegera xelkê Şingalê heye û ziyanên mal û milkên wan ji aliyê hikûmetê ve nehatiye qerebûkirin.
Meha Gulanê 2023yan jî HRWyê ragihandibû ku ti kes ji Şingalê nehatiye qerebûkirin û hejmara ew kesên daxwaza qerebûkirinê kiriye gihiştiye 8 hezar û 300 kesî.
Li gorî gotina Sara Senberê ti kes naxwaze heta hetayê di kampan de bijîn.
Sara Senberî amaje bi wê yekê jî kir ku ji bo ji nû ve avakirina Şingalê pere heye û divê hikûmet wan pereyan xerc bike da ku xelkê Şingalê vegerin û dest bi avakirina jiyana xwe bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin