HSDê bîlançoya ser û pevçûnên bi hêzên Sûriyê re eskere kir
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku rewşa bajarê Hecînê yê parêzgeha Dêrazorê piştî têkşikandina êrîşa hêza girêdayî Şamê ya bi navê ˊDîfa Wetenîˊ aram bûye.
Fermandarên HSDê yên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ragihandine, di şerê 4 saetan de HSDê êriş têk bir. Di encamê de 8 êrîşkar hatin kuştin û cenazeyên 3 êrîşkaran di destê HSDê de ye. Herwiha 16 êrîşkarên din birîndar bûn û yên mayî jî reviyan cihê jê êrîş kirine.
HSDê danê sibehê jî ragihandibû ku di êrîşê de 2 sivîl hatine kuştin û 7 jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin