HSDê ji bo êrîsên Tirkiyê yên ser Bendava Tisrînê bang li civaka navdewletî kir

16 January 2025 17:02 0 dîtin
HSDê ji bo êrîsên Tirkiyê yên ser Bendava Tisrînê bang li civaka navdewletî kir

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê li ser êrîşên berdewam ên ser Bendava Tişrînê ragihand, dewleta Tirk berpirsiyarê êrîşên li dijî bendava Tişrînê, komkujiyan û zirarên ji ber wê çêbibin e.

HSDê banga li civaka navdewletî jî kir û diyar kir, "Du roj e balafirên şer û bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker nobedarên li Bendava Tişrînê ya başûrê Minbicê ku ji bo rawestandina êrişên Tirkiyeyê û komên wê yên çete li bendavê ne hedef digirin. Heta vê kêliyê 6 sivîl şehîd bûne û gelek jî birîndar bûne. 

Em vê êrişa hovane şermezar dikin. Berpirsiyariya xisarên ku ji ber êrişan li bendavê çêdibin dewleta Tirk a dagirker û serokê wê Erdogan e. Her wiha ew berpirsiyarê tevahî sûcên şer ên li dijî welatiyên li herêma bendavê û herêmên din in jî.”

Di berdewamê de HSDê got, “Em bang li civata navneteweyî dikin ku li hember sûcên Tirkiyeyê yên ku ev demeke li dijî gelê me pêk tîne û herî dawiyê li bendava Tişrînê komkujî pêk anîn, ji bêdengiyê derkeve."