HSD û hikûmeta Iraqê girtî pevguhertin: 3 ciwanên ji Kobaniyê hatin radestkirin

07 October 2022 21:21 0 dîtin
HSD û hikûmeta Iraqê girtî pevguhertin: 3 ciwanên ji Kobaniyê hatin radestkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Iraqê de, pevguhertina girtiyan hatiye kirin û li gorî zanyariyan, HSDê 2 yan jî 3 DAIŞî radestî Iraqê kirine û li beramber jî 3 girtiyên ji Kobaniyê wergirtine.

Li gorî zanyariyên medyayî, HSDê 3 ciwanên Kurd ên ji Kobaniyê ku sala 2017an hatibûn girtin û bi tohmeta DAIŞê cezayê heta hetayê bo wan hatibû dayîn, ji hikûmeta Iraqê wergirtine.

Malbata wan hersê ciwanên pismamên hev ên hatine berdan jî gotine ku Muhammed Huseyin, Şahin û İdris Muhammed ji gundê Xerab Korte yên Kobaniyê ne û dema li Musilî terzî bûn bi hinceta DAIŞê ji aliyê Heşda Şeibî ve hatine girtin û piştî 20 rojan jî dadgeha Bexdayê cezayê heta hetayê li ser wan sepandiye.

Derbarê kesên bo Iraqê hatine radestkirin de agahî bidest neketine û li ser pevguhertina girtiyan jî daxuyaniyeke fermî ji herdu aliyan ve jî nehatiye dayîn.