HSDê bersiva îdiayên Samê da: DAISiyan wekî xelkê sivîl nîsan didin!..

19 December 2021 11:32 0 dîtin
HSDê bersiva îdiayên Samê da: DAISiyan wekî xelkê sivîl nîsan didin!..

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku di dema operasyona dijî şaneyên DAIŞê de ti kesekî sivîl nehatiye girtin û destnîşan kir, bi nûçeyên medya rejîmê yên DAIŞê wekî xelkê sivîl nîşan dide dixwazin raya giştî şaş bikin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek belav kir û tê de nûçeyên medya fermî ya rejîma Sûriyê red kir.

HSDê diyar kir, rejîma Sûriyê belav kiriye, HSD operasyonek li bajarokê Ebû Nîtel li gundewarê Dêre Zorê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî encam daye û çend kesên sivîl û xelkê wî bajarokê girtine.

HSD got, îdîayên derbarê girtina xelkê sivîl de nerast in û ti êrîşek li dijî wan li wê navçeya behsa wê nehatiye kirin li dijî hêzên wan çênebûye û ti şervanekî jiyana xwe ji dest nedaye.

HSD diyar kir: “Ew daxuyaniyên medyaya hikûmetê piştî wê yekê tên ku xelkê navçeyê sîstema lihevkirinan a ku hikûmet bicih dike li gelek navçeyan hatiye redkirin û dilê hikûmetê bi serkeftina hêzên HSD nexweş e, lewra wan nûçeyan belav dike.”

HSD dawî got: “Bi naskirina endamên DAIŞê weke xelkê sivîl, medyaya hikûmetê hewl dide raya giştî şaş bike.”