HSDê daxuyaniya derbarê êrîskirina ser herêmên artêsa Tirk de red kir
PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser îdiayên Wezareta Bergiriya Tirkiyê (MSB) ya derbarê, êrîşkirina hêzên wan bi ser herêmên di bin kontrola artêşa Tirkiyê de daxuyaniyek da.
HSDê di daxuyaniyê de red kir ku hêzên wan êrîşî deverên kontrola artêşa Tirk kiriye.
Di daxuyaniya HSDê de hatiye gotin: “Li gorî nûçeyên ku Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirkiyê belav kiriye ku dibêjin şervanên me êrîş birine ser herêmên dagirkirî û 2 şervanên me şehîd ketine. Ev nûçe derew e. Li herêma navborî tevgera hêzên me tune ye.”
Hêjayî bibîrxistinê ye Wezareta Berevaniya Tirkiyê, doh 13ê Mijdarê di daxuyaniyekê de îdia kiribû ku 2 endamên YPG/PKKê êrîşî seri herêmên wan kirine hatine bêbandor kirin ango kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin