HSDê daxuyaniya nûnerê UNICEFê yê serdana girtîgeha Hesekê kiribû sermezar kir

09 February 2022 20:10 0 dîtin
HSDê daxuyaniya nûnerê UNICEFê yê serdana girtîgeha Hesekê kiribû sermezar kir

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê serdana Rêxistina Alîkariya Zarokan a Neteweyê Yekbûyî (UNICEF) a girtîgeha Xiwêran a Hesekê de daxuyanî da û bersiv da tohmetên UNICEFê.

HSDê kêfxweşiya xwe bo serdana Ofîsa UNICEFê ya Sûriyê ya 6ê Sibatê bo girtîgeha Xiwêran nîşan da û daxuyaniyên Nûnerê UNICEFê Viktor Nyland ên di New York Timesê de derbarê şandeyên DAIŞê dane jî şermezar kir.

HSDê diyar kir ku Nyland agahîyên şaş û nerast dane medyayê û gotinên Nyland û ofîsa UNICEFê hevdu nagirin.

Herwiha HSDê destnîşan kir ku ew qebûl nakin rastî bêne guhertin, îmaja hêzên wan bê xirabkirin û fedekariya wan a bi canê xwe dikin were piştguh kirin.