Hukumeta demkî ya Sûriyê naveroka perwerdê hinekî diguhêre
PeyamaKurd – Wezîrê perwerdê yê hukumeta demkî yê Sûriyê Nazir el-Kadrî ragihand ku naverokên perwerdê yên di perwerda Sûriyê de, yên wekî dersên ku pesnê rejîma Esad bilind dinirxînin, ji nav mufredatê derdixin. Wê dîtbarên şoreşê di şûna wan de bikarbînin lê tiştên çawa û kîjan şoreşê nehat ragihandin.
Li gor ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê, wezîr ragihandiye;
“Me di şûna dersên ku pesnê rejîmê bilind dinirxînin û di şûna ala rejîmê de, me dîmenên şoreşê bikaranî. Heya dersan li hev sererast bikin, wê yên din yên kevin bimînin. Di dersên dînî de gelek ayet şaş hatine şirovekirin û di şûna wan de, me babetên di tefsîran de derbas dibin, kir bingeha dersa dînî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin