Hukumeta Îtalyayê bangî balyozê Îsraîlê yê Romayê kir da here wezareta karên derve
PeyamaKurd – Hukumeta Îtalyayê bi sedema êrîşa leşkerî ya Îsraîlê ya bo ser Hêza Aştiyê ya li Lubnanê protesto bike, bangî balyozê Îsraîlê yê Romayê kir da here wezareta karên derve.
Artêşa Îsraîlê li barûyekî çavdêriyê ya aîdê Hêza Aştiyê ya Lubnanê (UNIFIL) kiribû armanc ku di nav hêzê de hezar leşkerên Îtalyayê hene û di encama êrîşê de 2 leşkerên UNIFILê birîndar bûn û bûyer bû sedema berteka hukumeta Îtalyayê.
Serokwezîrtiya Îtalyayê daxwyaniya xwe bi nivîskî da û got ku serokwezîra Giorgia Meloni bi fermandarê berpirs yê misyona UNIFILê yê sektora Rojavayê Lubnanê bi General Stefano Messina re di rêya telefonê de axifiye û di derbarê leşkerên Îtalyayê yên li Lubnanê de agahiyan sitendiye. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku artêşa Îsraîlê li du baregehên Îtalyayê xistiye û weha dewam kir:
“Hukumeta Îtalyayê bi fermî Îsraîlê protesto kiriye û dubare kiriye ku lêdana baregeha UNIFILê nayê qebûl kirin. Ji ber bûyerê, hukumet di rêya wezîrê karên derve de bangî balyozê Îsraîlê yê Îtalyayê kiriye.
Wezîrê karên derve Antonio Tajani û wezîrê bergiriyê Guido Crosetto bi mijarê têkil dibin û serokwezîra Meloni pêşdeçûnan dişopîne. Serokwezîra me bi xwurtî destekê dide leşkerên me yên li Lubnanê kar dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin