Hukumeta Kurdistanê cixarê qedexe kir
PeyamaKurd- Hukumeta herêma Kurdistanê di erebeyên rêwiyan yên komkî de ku xelkê dibin û tînin de, kişandina cixarê qedexe kir. Li gor ragihandina rêvebiriya trafîka bajarê Silêmaniyê dibêje; ferman ji aliyê wezareta karên hundir yê herêma Kurdistanê de hatiye dayîn. Rêvebiriya trafîka Silêmaniyê dibêje, ew kesê di erebeyên rêwiyan de cixare bikşîne,10 hezar dînar cezayê pere dê bidinê.
Bicîhanîna qanûna qedexeya cixarê di erebeyên rêwiyan de, wê ji aliyê polîsên trafîkê û xebatkarên belediyê de bê taqîbkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin