Hulusî Akar li ser naveroka civîna sandên Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê daxuyanî da
PeyamaKurd – Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar li ser naveroka civîna şandên Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê ya li Moskowê axivî û got, wan gotûbêj li ser pêşxistina aştî û aramiya Sûriyê kirine û wê di rojên pêş de kar ji bo wê yekê Sûriyê bikin.
Wezîrê Berevaniya Neteweyî yê Tirkiyê Hulusî Akar, do bi Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan re serdana Moskowê kirin.
Hat ragihandin, di wê serdanê de Akar û Fîdan bi Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu, Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê Alî Mehmûd Ebas û serokên Federasyona Rûsyayê û Îstîxbarata Sûriyê re di civîneke sêalî de hevdîtinek pêk anîn.
Herwiha piştî hevdîtina nêzî 2 saetan dewam kir û beriya ku vegere Tirkiyê Akar got: “Di civînê de me gotûbêj kir ku çi dikare were kirin ji bo baştirkirina rewşa Sûriyê û herêmê bi awayekî erênî di zûtirîn dem de, da ku aştî û aramî were dabînkirin.”
Akar destnîşan kir, wan nêrîn û nirxandinên Tirkiyeyê anîne ziman û guh dane nirxandinên aliyên din jî.
Akar got: “Yek ji mijarên herî girîng ên ku me di hevdîtinê de anî ziman, têkoşîna li dijî terorê bû. Me tekezî li ser wê yekê kir ku em rêzê li yekparçeyiya axa û serweriya hemû cîranên xwe bi taybet Sûriye û Iraqê digirin û armanca me tenê şerê li dijî terorê ye û tu armanceke me ya din nîne.”
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê destnîşan kir: “Me diyar kir ku armanca me ew e ku endamên rêxistinên terorê yên wekî PKK/YPG, DAIŞ ku ji bo Sûriyê jî gef in, bêbandor bikin.”
Akar herwiha tekezî li wê yekê kir ku ji bo ewlekariya welat, netewe û sînorên wan, her çi pêwîst be wê bikin.
Di berdewamiyê de Akar derbarê pirsa koçberên Sûrî de got, ew hewl didin ku pêşî li koçberiya ji Sûriyê ber bi Tirkiyê ve bê girtin.
Akar diyar kir: “Me tekezî li ser wê yekê kir ku divê pirsgirêka Sûriyê di çarçoveya biryara 2254ê ya Encûmena Asayişa Navdewletî de bi awayekî berfireh û giştalî were çareserkirin.”
Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar herî dawî da zanîn, wê civînên wan berdewam be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin