Hunermend Ezîz Weysî: Min ji dadgerê Îranî re got, ez li aliyê gel im!
PeyamaKurd - Hunermendê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Ezîz Weysî ku du roj berê bi tohmeta piştgiriya xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatibû binçavkirin, hat berdan.
Hunermend Ezîz Weysî ku ji ber parvekirina straneke piştgiriya xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê dike hatibû binçavkirin, piştî ku hat berdan got ku wî ji dadger re gotiye, ew li aliyê gel e.
Weysî di bultena Rûdawê de daye xuyakirin: “Li Ewropayê parvekirine min li ser medyaya civakî hatibû belavkirin, ji ber wê ez bi nameyê ji bo dadgehê hatim vexwendin û dema ez vegeriyam Îranê dadgehê biryara girtina min da û dema ez çûm, min zanî sedema desteserkirina min ew video bûye.”
Weysî daye zanîn ku ew rojekê li girtîgehê hatiye ragirtin û piştre bi kefalet hatiye berdan heta ku dadgeh biryarê li ser dosyaya wî bide.
Li ser miameleya hêzên asayişa Îranê Ezîz Weysî got: “Ji ber ku deng û navekî min heye, nekarîn li girtîgehê bi rengekî nebaş nêzî min bibin. Li dadgehê xwestin ez bibêjin ku ez ji klîba ku min belav kiriye poşman bûm, lê min got ez li cem gelê xwe me û tişta ku min kir ez jê poşman nebûme, eger ez niha tiştek bim, wan kesan ez kirim şexs; ji ber vê yekê ez bi wan re me.”
Herwiha Ezîz Weysî daye xuyakirin: "Bi dana tapoya xaniyê xwe, wan destûr dan ku ez derbikevim derve, lê ne diyar e ku dadgeh dê kengî dîsa li ser doza min bicive û biryarê bide. Ji min re gotin em dê bi rêya telefonê te agahdar bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin