Hunermendê Yesilçam a Tirkiyê Aydemnir Akbas koça dawî kir
PeyamaKurd – Hunermendê Tirkiyê Aydemir Akbaş bi sedema seretana pişikê wî biribûn nexweşxanê û xistibûn beşa hûrlênêrînê. Akbaş li nexweşxanê di 88 saliya xwe de, jiyana xwe ji dest da. Li ser koça Akbaş menajere wî Özgür Aksoy di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:
“Çinarê sînama Tirkiyê, canê me, hostayê me, Aydemir Akbaş wefat kir. Êşa me zêde te. Xwedê cennetê bike mekanê wî.”
Cenazê Aydemir Akbaş wê di 18ê Tebaxê de seet di 11.00an de li ber Galatasarayê merasima wî bêkirin û li Goristana Feriköyê bê definkirin.
Aydemir Akbaş leystikvanê şano, sinama, rojnameger û nivîskarê sporê bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin