Hunermendê Kurd Hîwa K ‘Xelata Hektor’ a Almanayê stand

05 July 2019 17:08 0 dîtin
Hunermendê Kurd Hîwa K ‘Xelata Hektor’ a Almanayê stand

PeyamaKurd - Hunermendê Kurd Hîwa K di pêşengeha xwe ya li muzexaneya Kunsthalle Munnheim a Almanyayê de hêjayî ‘Xelata Hektor’ hat dîtin.

Hunermendê Kurd Hîwa K. li navenda kultûrî ya herêma Manheim xelata salane ya Hêktor a îsal bi rê û resmên fermî yên berfireh li ser asta hikûmeta Almanyayê wergirt.

Hîwa beriya 20 Salan ji bajarê Silêmanîyê bar kiriye û komek hizrên şerê Îran û Îraqê û bûyerên Helebçe di serê xwe de anîne û îro ew bûne meteryalên pêşangeha wî.

D.Sebestian Baden – Berpirsê rewşenbîrîyê Herêma Manheim derbarê kesayeta hunerî ya Hîwa K de dibêje, “Karên ciwan yên Hîwa K li vir hatine nimayîşkirin, em jî bi mebesta nîşandna girîngiya karên wî û naverokên cuda û balkêş li vir in. berhemên 10 salên derbasbûyî hatin pêşkêşkirin, bi mijarên weke civakî û çareserî û ceng û lêdan hunera wî girêdayî bîyografiya jiyana wî ye di dema ji Kurdistanê revîyaye û hatîye Ewropa.”

Di pêşengeha Hîwa K de tabloyên cuda û televizyonên spî û reş, paşmayên şer û bîrewerîyên sînorê bi xwîn derketin pêş ku Hîwa buye pireke mirovahiyê di navbera Kurdistanê û Almanya de. Hîwa K ev ne cara yekem e xelatên giranbiha werdigire û êdî wekî huermendekî cîhanî tê naskirin.