Hunermendê Kurd yê Dêrsimî Yilmaz Çelik hat binçavkirin

10 December 2019 00:17 0 dîtin
Hunermendê Kurd yê Dêrsimî Yilmaz Çelik hat binçavkirin

PeyamaKurd- Hunermendê Kurd yê Dêrsimî Yılmaz Çelik piştî konsera xwe li Dêrsimê da, hat binçavkirin. Hat ragihandin ku Çelik bi sedema lêpirsîna di mijareka dinê de hatiye binçavkirin û bi “endamtiya rêxistinê” tê tewanbarkirin.

Çelik dema konsera xwe do êvarê temam kir, tîmên polîsên siyasî ji salonê wî girtin û birin baregeha asayîşê ya Dêrsimê. Biryara binçavkirinê ji aliyê serdozgeriya Dêrsimê de hatiye dayîn. Bende ne ku Çelik derxin pêşberê dadger û bê berdan.