Huseyin Yayman ê AKPyî: Ez bawerim wê PKK di meha Sibatê de çekan deyne

02 January 2025 22:41 0 dîtin
Huseyin Yayman ê AKPyî: Ez bawerim wê PKK di meha Sibatê de çekan deyne

PeyamaKurd – Parlementerê AKPê yê bajarê Hatayê Hüseyin Yayman di meclisa Tirkiyê de (TBMM) ji bo çapemeniyê daxwuyaniyekî da û gotinekî balkêş serf kir. Yayman got:

“Ez dibînim ku pêşdeçûnên baş hene. Wê di meha Sibatê de PKK dest ji çekan berde û êdî nema PKK li Tirkiyê tevgerên çekdarî bike lê ger parovakasyonekî çênebe û her tişt di rê de here, wê di meha Sibatê de pêşdeçûnên girîng li Tirkiyê bibin.”

Huseyin Yayman li ser axaftina serokê MHPê Devlet Bahçeli ku di 22ê Cotmehê de kiribû û li ser pêşdeçûnên piştî wê bangê, li ser wan raveyan kir. Yayman got ku pêşdeçûnên li Sûriyê îsbata ku Bahçeli bi kehanet axifiye û pêşdeçûnên ku dibin gelek bi erênîne û weha dewam kir:

“........Esas gotinên Bahçeli ji berê de gelek zelalin. Tiştên bi Ahmet Türk re gotin gelek qedirbihane û hêjane bikevin nav dîrokê. Wê di rojên pêşiya me de pêşdeçûnên baş bibin. Êdî dora gotinê dora DEM Partiyê ye. Pêwiste DEM Partî berpirsiyariya xwe bicîh bîne. Divê PKK di mijara danîna çekan û dawîanîna li tevgerên çekdarî de, karibe tewrê wêrekî nîşan bide. Di dîrokê de cara yekem DEM Parti seredana Devlet Bahçeli dike. Ev tevgerekî wisaye ku milletê me dixwaze bibîne.”

Yayman got ku ew difkire wê PKK di nav meha Sibatê de çekên xwe deyne û weha dewam kir:

“Yên ku di wê rojê de xwe ji Devlet Bahçeli aciz dikirin, lê îtîrazê dikirin, ji ser kursiyê meclisê ben davêtinê, piştî bûyerên li Sûriyê, baş fêm kirine ku gotinên Bahçeli çendîn rastin. Erdoğan, Bahçeli û serokê PKKê Abdullah Öcalan gotinên xwe gotine û dor dora DEM Partiyê ye….”