Hûsî ragihand ku ew amade ne li hemberê Îsraîlê ser bikin

12 October 2023 00:42 0 dîtin
Hûsî ragihand ku ew amade ne li hemberê Îsraîlê ser bikin

PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê ku bi desteka Îranê li hemberê rêvebiriya niha ya Yemenê şer dikin, serokê wan Abdulmelik el-Husi ragihand ku eger Amerîka raste rast mudaxeleyê şerê Îsraîl-Fîlîstînê bike, Hûsî amade ne ku li hemberê Îsraîlê şer bikin.

Hûsî, ragihandina xwe di TV ya Hûsiyan ya bi navê "Al-Masirah" de kir û li ser şerê navbera Îsraîl û Fîlîstînê axifî. Hûsî got ku li ser bingeha cîhadê û berxwedanê ji destê wan çi were dê bikin û bi Fîlîstîniyan re di nava koordînasyonê de ne.

Hûsî, her weha ragihand ku eger Amerîka raste rast mudaxele bi şer bike, wê Hûsî bi fuze, dron û bijarteyên leşkerî amade ne ku li hemberê Îsraîlê şer bikin.