Hûsiyên Yemenê ragihandin ku balafirekî DYAyê ya bêmirov xistine

09 September 2024 21:08 0 dîtin
Hûsiyên Yemenê ragihandin ku balafirekî DYAyê ya bêmirov xistine

PeyamaKurd -  Hûsî ragihandin ku li Yemenê balafirekî DYAyê ya bêmirov ya MQ-9 xistine lê artêşa DYAyê ragihand ku li herêmê ti agahî nestendine ku balafira wan ya bêmirov ketiye.

Berdevkê Hûsiyan yê leşkerî Tumgeneral Sarea, li ser mijare vîdeoyekî belav kir. Sarea got ku li bajarê Maribê balafira Amerîkayê xistine û got ku ji bo xelkê mezlûm yê Fîlîstînê û parastina Yemenê wezîfa xwe ya cîhadê dewam dikin.

Rêxistinên medyayê yên Hûsiyan ragihandin ku piştî xistina balafira Amerîkayê ya MQ-9ê, hêzên DYAyê (Amerîkayê) li herêmê êrîşên fund yên hewayî kirine.