Hûsiyan bi mosekeke hîpersonîk êrîsî Îsraîlê kirin!

20 December 2024 12:08 0 dîtin
Hûsiyan bi mosekeke hîpersonîk êrîsî Îsraîlê kirin!

PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê diyar kirin ku wan bi moşeka hîpersonîk êrîşî navenda Îsraîlê kirine.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan bi moşeka hîpersonîk a bi navê "Filîstîn 2" êrîşî hedefeke leşkerî ya li herêma Jafayê ya li navenda Îsraîlê ye kirin.

Serî diyar kir ku êrîş gihişte armanca xwe, Serî dubare kir ku heta qirkirina li ser Xezzê bê rawestandin ew ê êrîşên bi vî rengî bidomînin.

Ji aliyê din ve di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hat diyarkirin ku moşeka ku ji Yemenê ber bi Îsraîlê ve hatibû avêtin, beriya ku bigihêje sînorên vî welatî hat îmhakirin.

Di dema ku dengê sîrenan li navenda Îsraîl bi taybetî li Tel Avîvê hat bihîstin, di daxuyaniya artêşê de hat ragihandin ku sîren li beşa navendî ya welêt hatine aktîfkirin da ku wan ji beşên sîstema berevaniyê yên ku moşek têk birin biparêzin.