Hûsîyan dîsa dest bi êrîsên ser kestiyên bazirganî kir

09 May 2024 17:10 0 dîtin
Hûsîyan dîsa dest bi êrîsên ser kestiyên bazirganî kir

PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê ragihand ku wan li Kendava Adenê, li Zerya Hindê û Umanê êrîş ser keştiyên bazirganî kirine.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Hûsiyan Yehya Saree daye xuyakirin, wan operasyon li ser MSC DIEGO û MSC GINA yên Îsraîlê li kendava Adenê pêk aniye.

Herwiha diyar kir ku wan êrîşê keştiya MSC VITTORIA jî li Deryaya Umanê kiriye. Berdevkê Hûsiyan gotiye ku wan bi îsabet êrîşî wan keştiyan kiriye û ziyan gihandiye wan.

Derbarê mijarê de ji aliyê Hêzên Navendî yên Amerîka CENTCOMê hîn daxuyaniyek nehatiye dayîn.