Hûsiyan li nêzî sînorên Erebistana Siûdî tekbîqatên leskerî kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Koma Ensarullah ˊEl Hûsîˊ ya Yemenê ku Îran piştevaniya wê dike û du roj berê ji ber kiryarên li Deryaya Sor rastî êrîşa hêzên Amerîka û Brîtanyayê hatibû, li parêzgeha Suide li nêzî sînorê Erebistana Siûdî tatbîqatên leşkerî pêk anî.
Kanala ˊEl Mesîre Netˊ a girêdayî Hûsiyan ragihandiye, hêzên wan li parêzgeha Suide li nêzî sînorê Siûdiye bi gule, tank, topavêj, balafirên bêmirov û çekên din li dijî nîşaneyên ku ala Îsraîlê li ser in, tetbîqatên leşkerî pêk anîn.
Koma Ensarullah a bi navî ˊEl Hûsîˊ tê zanîn, ji destpêka şerê Îsraîl-Hemasê ve piştevaniya Hemasê dike û li Deryaya Sor jî êrîşan dibe ser keştiyên bazirganî bi hinceta ku bar ji Îsraîlê re dikişinin. Amerîka û Brîtanyayê bi beşdariya hêzên deryavaniya hin welatên din, hevpeymaniyeke dijî Hûsiyan ava kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin