Hûsiyan ragihand ku ji bo desteka Xezayê di salekî de êrîsê ser 211 kestiyan kirine

05 December 2024 23:24 0 dîtin
Hûsiyan ragihand ku ji bo desteka Xezayê di salekî de êrîsê ser 211 kestiyan kirine

PeyamaKurd - Hûsiyan ragihand ku ji bo desteka Xezayê di salekî de êrîşê ser 211 keştiyan kirine ku keştî tekiliyên wan bi giştî bi DYA, Îngîltere û Îsraîlê re hebûne. Serokê Hûsiyan Abdulmelik el-Husi ragihand ku êrîşên girîng li Derya Sor û Kendava Adenê kirine.

Abdulmelik el-Husi di bernama televîzyonê de ragihandina xwe kir. Hûsî got ku di êrîşên ser keştiyên şer yên DYA de, keştiyên DYAyê ji bo xwe ji êrîşan biparêzin, xwe nêzî keştiyên Çîne girtine.

Li ser êrîşên ku kirine ser Îsraîlê de Hûsi got ku di vê hefteyê de Hûsî Yafa, Askalan û lîmana Ben Gurionê kirine hedef.