Îbrahîm Biro daxwuyanî li ser operasyonên Tirkiyê û li ser Mezlûm Ebdî da

24 October 2021 01:19 0 dîtin
Îbrahîm Biro daxwuyanî li ser operasyonên Tirkiyê û li ser Mezlûm Ebdî da

PeyamaKurd – Îbrahîm Biro ku yek ji rêvebirên ENKS ê ye, di derbarê operasyonên Tirkiyê yên li Kurdistana Sûriyê de ragihand ku tehdîdên Tirkiyê ciddîne û tiştên li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê bûne, bi temamî di eleyhiya Kurdan de encam dane. Biro ji Rûdawê re weha got:

“Dema Tirkiyê îşaretan dibîne ku wê Amerîka li deverê zêde nemîne car din bazara ku bi Amerîkayê re kiriye tîne bîra mirov û bi Rûsya re jî bi heman şêwazêye. Van tehdîdan ciddîne. Em dibînin ku Amerîka an Rûsya li hemberê Tirkiye kiryarekî nakin. Ji ber wê, divê haya me ji talûkeyan hebe. Ji bo Tirkiye nekeve deverên din, divê em bahaneyan nedin destê Tirkiyê. Tirkiye ketibe kîjan deverê Kurd ji wê derê bar kirine. Tecurbeyên me yên li Efrînê, Girê Spî û Serê Kaniyê gelek xerab bûn. Xelkê me ji wê derê derket û demografî guherî.”

Îbrahîm Biro li ser hevdîtinên ENKS ê PYNK ê ragihand ku di ser muzakereyan de 2 sal derbas bûye û weha got:

“Sala yekî bi erênî derbas bû. Lê sala duyê newsaye. Amerîka bi karê xwe meşxûl bû û heya niha ji bo Sûriyê nûnerê xwe tayîn nekiriye. Ev jî nîşan dide ku weka berê hezrê Amerîka ne li ser Sûriye û Rojhilata Navîn e. Li aliyê dinê rêvebiriya xweser dewamî îhlalan dike, tiştên ku fermandarê giştî yê HSD ê Mezlûm Ebdî jî qebûl kiriye ku divê li hemberê ENKS ê neyên kirin û li ser wan peyman heye, dewam dikin.

Me 10 roj berê li Washingtonê bi nûnerê Amerîkayê re hevdîtin kir. Ji me re gotin ku wê di nêzde werin û li ser hinek mijaran biaxifin û hevdîtin car din destpêbikin. Heya niha ne diyare wê kengê werin û hevdîtin kengê destpêbikin aşkera nîne.”