ICCê daxwaza girtina Netanyahu kir

20 May 2024 15:12 0 dîtin
ICCê daxwaza girtina Netanyahu kir

PeyamaKurd - Dadgeha Tawanê ya Navneteweyî (ICC) ji ber kiryarên li Xezzeyê yên li dijî Filistîniyan daxwaza girtina Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu kir.

Serdozgerê ICCê Kerîm Esed Ehmed Xan ji ber kiryarên di şerê li Xezeyê de, daxwaza girtina Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Wezîrê Parastinê Yoav Gallant û 3 serokên Hamasê kir.

"Ji bo cezakirinê sedemên rasteqîn hene"

Dozgerê Dadgeha Tawanan a Navneteweyî, di derbarê Netanyahu de, bi angaşta 'tawanê şer kiriye' daxwaza girtina wî nekir, lê belê got ku di derbarê 'tawanên şer û tawanên dijî mirovahiyê'' de sedemên rasteqîn ên ku berpirsyariya ceza li Netanyahû dikin hene.

Ji bo endamên Hamasê biryara girtinê hat dayîn

Dozgerê dadgehê her wiha ji bo 3 endamên serkirde yên Hamasê jî, ji ber rola wan a di hêrişên 7ê Cotmeha sala çûyî yên li dijî axa Îsraîlê de, bi sedema ku tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê kirine, daxwaza girtinê kir.