Îddia | Biden talîmata Hamasê da Netanyahu!

03 August 2024 10:33 0 dîtin
Îddia | Biden talîmata Hamasê da Netanyahu!

PeyamaKurd – Li gor nûçeya kanala 12 ya televizyona Îsraîlê ku li ser 2 berpirsên Amerîkayê yên navên wan nehate zanîn, Joe Biden telefonî Netanyahu kir û got ku rêkeftina pevguhertina girtiyan tişta herî girîng e.

Di axaftinê de ku tê îdiakirin ku dijwar bû û Biden bi uslûbeke tund axiviye, ji Netanyahu xwest ku xwe ji zêdebûna rageşiya li herêmê dûr bixe û li şûna wê ji bo peymana pevguhertina girtiyan û agirbesta li Xezzeyê bixebite.

Aliyan herwiha amadekariyên leşkerî yên derbarê bersivdana muhtemel a Îranê li hember kuştina Serokê Mekteba Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye gotûbêj kirin.