Îddia! Îsraîlê Fermandarê Hêza Qudsê Îsmaîl Qaanî jî kust!

05 October 2024 15:32 0 dîtin
Îddia! Îsraîlê Fermandarê Hêza Qudsê Îsmaîl Qaanî jî kust!

PeyamaKurd – Piştî kuştina Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nasrallah ji aliyê Îsraîlê ve, zengila agir li Rojhilata Navîn berfireh dibe.

Televîzyona Kanal 12 ya Îsraîlê diyar kir ku rayedarên Lubnanê gotine ku Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên Şoreşa Îranê Îsmaîl Qaanî di êrîşên li başûrê Beyrûtê de jiyana xwe ji dest daye, lê heta niha ev agahî nehatine piştrastkirin.

Herî dawî cihê ku Îsmaîl Qaanî hat dîtin, li ofîsa nûnerê Hizbullahê li Tehranê Abdullah Safiyyeddîn bû, du roj piştî mirina Nasrallah.

Fermandarê Hêza Qudsê Îsmaîl Kaanî weke mîratgirê Qasim Silêmanî yê ku ji aliyê DYAyê ve hat qetilkirin hate nîşandan.

Hat diyarkirin ku Qaanî di mehên dawî de gelek caran di navbera Iraq, Sûriye û Lubnanê de geriyaye û beşdarî civînên Fuad Şukrê ku Îsraîlê di meha Tîrmehê de ew qetil kiribû, bûye.

Ji aliyê din ve herwiha hat îddiakirin ku piştî operasyonên Îsraîlê yên li dijî rêvebirên payebilind ên Îranê dibe ku Qaanî di bin çavdêrî û tecrîdê de be.