Îddia: Rûsyayê bi awayekî berfireh dest bi vekisandina lesker û amûrên ji Sûriyeyê kiriye

17 December 2024 12:09 0 dîtin
Îddia: Rûsyayê bi awayekî berfireh dest bi vekisandina lesker û amûrên ji Sûriyeyê kiriye

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku Rûsyayê bi rûxandina rejîma Beşar Esed re di asteke mezin de dest bi vekişandina leşker û kelûmelên xwe ji Sûriyeyê kir.

Di nûçeya CNN'ê de ku li ser bingeha rayedarên DYAyî û çavkaniyeke îstîxbaratê hat weşandin, hat diyarkirin ku baregehên hewayî yên Hmeîmîm û hêzên deryayî yên Tartûsê yên Rûsyayê hatine rojevê. Li ser girîngiya jeopolîtîk a Tartusê, karbidestan amaje bi wê yekê kirin ku hiştina Sûriyê bê bender li Lîbyayê dikare Rûsan bixe nav rewşek dijwar.

Karbidestan îdia kirin ku di rewşek weha de, Rûs "wê bê benderek Deryaya Navîn bihêlin ku hêza xwe li ser milê başûrê NATOyê nîşan bide."

Rayedaran diyar kirin ku hêzên Rûsî û alavên leşkerî yên Rûsî bi awayekî berfireh dest bi vekişîna ji Sûriyê kirine, lê mayîndebûna vê yekê tê gumankirin û diyar kirin ku hêzên Rûsî dest bi veguhestina hêzên xwe yên deryayî ji welatê Sûriyê li rojhilata Deryaya Spî bo Lîbyayê li bakurê Afrîkayê kirine.