ÎDIA | 'Hefteya bê bipasxistina hilbijartinên Iraqê tê ragihandin'
PeyamaKurd - Serokê Hevpeymana Beyariq Elxêr li Parlamentoya Iraqê Mihemed Xalid ji medya Iraqê re ragihandiye û îdia kiriye, wê hefteya bê Serokomar, Serokwezîr û Serokê Parlamena Iraqê bipaşxistina hilbijartinên pêşwext ragihînin.
Mihemed Xalid gotiye, wê li ser bipaşxistina hilbijartina Parlamenê de, li şûna 10ê Cotmeha 2021ê, 31ê Nîsana 2022yê were destnîşankirin û ji bo wê jî civîneke taybet were lidarxistin.
Li aliyê din Rêberê Bizava Sedir, Muqteda Sedir îro Înê ragihandiye: “Hinek aliyan îdia dikirin ku em ê li beşdarbûna hilbijartinan venegerin. Dixwazim bêjim ku em ê beşdarî hilbijartinan bibin.”
Hêjayî gotinê ye, ligel daxuyaniyên beşek ji komên siyasî yên Iraqê jî, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civîna 24ê Tebaxê ya Desteya Wezîran de dubare gotibû, wê hilbijartina pêşwext a Parlamenê di dema xwe de pêk were.
Herwiha Komisyona Bilind a Serbixwe ya hilbijartinên Iraqê jî daye xuyakirin ku wê hilbijartin di dema xwe de ango 10ê Cotmehê werin lidarxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin