Îdia: Îsraîl îsal dê êrîsî tesîsên nukleerî yên Îranê bike

13 February 2025 13:50 0 dîtin
Îdia: Îsraîl îsal dê êrîsî tesîsên nukleerî yên Îranê bike

PeyamaKurd – Rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî îro îdia kir ku ajansên îstîxbarata Amerîkî gihîştine wê encamê ku Îsraîl îsal amadekariya êrişeke esmanî li dijî tesîsên nukleerî yên Îranê dike.

Li gorî vê îdiayê; ji ber hesasiyeta li herêmê û xisarên ku Îranê par li Îsraîlê kirine, ihtimal heye ku îsal (2025) Îsraîl êrîşeke esmanî bibe ser tesîsên nukleerî yên Îranê. 

Her weha rojnameya The Washington Postê jî ragihand ku Îsraîl dê di mehên bê de êrîşeke pêşîlêgirtinê li ser tesîsên navokî yên Îranê bike. 

The Washington Postê îdia kir ku êrîşên Îsraîlê dikarin projeyên nukleerî yên Îranê bi hefteyan an jî bi mehan bi paşde bixin.

Li gorî îdiayên her du rojnameyan, Navenda Îstixbarat û Ragihandinê ya Amerîkayê pêşbînî dike ku di mehên pêş de aloziyên Rojhilata Navîn zêdetir bibin û îhtîmala derketina şerekî din ê berfireh li herêmê ne dûr e.

Rojnameya Wall Street Journalê ragihand ku Îsraîl ji Donald Trump daxwaz dike ku piştgiriya êrîşên Îsraîlê yên bi ser Îranê bike û lê zêde dike ku “îhtimal heye ku Donald Trump berovajî Joe Biden piştgiriyê bide êrîşên li ser tesîsên nukleerî yên Îranê û heta beşdariyê jî bike.”

Rapora duyem di rojên yekem ên destbikarbûna Donald Trump de hat belavkirin û li gorî wê raporê, Îsraîl di wê baweriyê de ye ku eger zû êrîşî wan tesîsên Îranê neke, dê pir dereng û dijwartir be ji bo ku projeyên nukleerî yên Îranê rawestînin.