Îlham Ehmed banga sandina hêzê li welatên Ewropî kir
PeyamaKurd – Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed bang li welatên ewropî kir ku 2 hezar leşkeran bişînîn ser xeta sînorê Rojavayê Kurdistanê.
Ehmed ji medya Brîtanyayê re ragihand ku bi vekişîna kêfî ya Amerîkayê re gefeke mezin li ser wan çêbûye û got, “Vê yekê hişt ku gelek endamên DAIŞê birevin û ew dê ji bo çalakiyên terorî vegerin welatên xwe.”
Îlham Ehmed mezinbûna gefa DAIŞê ya li ser Brîtanya û welatên Ewropî bibîr xist û diyar kir ku dibe endamên DAIŞê ji valahiya ewlehiya Rojavayê Kurdistanê sûde bistînin û birevin nav sînorên Ewropayê.
Hevseroka MSDê bang li welatên Ewropayê kir ku ji bo rêgiriyê li çûnûhatina nav sînorên bakurê rojhilatê Sûriyê (Rojava) bê kirin, herî kêm 2 hezar leşkerên xwe bişînin ser sînor û herwiha firoştina her cure çekan jî li Tirkiyê qedexe bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin