Îlham Ehmed: Em pistgiriyeke temam didin pêvajoyeke li Tirkiyê dest pê bike

01 November 2024 18:03 0 dîtin
Îlham Ehmed: Em pistgiriyeke temam didin pêvajoyeke li Tirkiyê dest pê bike

PeyamaKurd - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) Îlham Ehmed, êrîşên Tirkiyê yên ser herêmên wan rexne kir û peyama piştgiriyê bo destpêkirina pêvajoyeke nû ya dîyalogê li Tirkiyê da.

Ehmed di bernameyeke li Berlîn a Almanyayê de, li ser mijara destpêkirina pêvajoyeke nû û hevdîtina Omer Ocalan a bi Abdullah Ocalan re axivî.

Ehmed, diyar kir ku her çiqas niha ew pêvajo nediyar be jî ew wek Rêveberiya Xweser bi temamî piştgiriya wê dikin.

Ehmed wiha got: “Em bi nave Rêveberîya Xweser dibêjîn ku, em tevî hemû pêkhateyên xwe bi temamî piştevaniya pêvajoyeke nû destpê bike dikin. Em dixwazin, li Tirkiyê aştiyek û çareseriyeke çêbibe. Di vî warî de çi bikeve ser milê me em ê bikin.”