Îlham Ehmed: Îdiayên ku wê Rojava wekî Herêma Kurdistanê bibe xakeke parçebûyî ne rast in
PeyamaKurd – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya nûnerên aliyên siyasî ku rêveberên Rêveberiya Xweser û ENKSê jî tê de beşdar bûn, panelek hat sazkirin.
Di panelê de seroka Meclîsa Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed di panelê de bal kişand ser ku hikumeta Şamê xwe wek xwediyê resen ê Sûriyê bi nav dike û li şûna aloziya Sûriyê çareser bike, aramî û ewlehiya herêmê têk dibe û fitneyê di nava Kurd û Ereban de derdixe.
Îlham wiha got: “Hikumeta Şamê hemû hewldanên ku bi armanca gihîştina lihevkirinê û çareserkirina aloziya Sûriyê bi awayekî siyasî têne kirin asteng dike.”
Îlham Ehmed di axaftina xwe de li ser rola garantoriyê ya Rûsyayê di hevdîtinên ligel Şamê de jî diyar kir, hevdîtinên wan bi hikumeta Şamê re ti encam bi xwe re neanîne û got: “Rûsyayê rola garantoriyê girt ser xwe, lê belê di wê yekê de bi bin ket.”
Ehmed di panelê de da xuyakirin, diyaloga kurdî-kurdî ji bo yekkirina refa Sûriyê girîng e û hemû nûçeyên ku dibêjin dê herêm wekî herêma Kurdistanê bibe xakeke parçebûyî, ne rast in û ew îdiayên têne belavkirin bi armanca sorkirina dewleta Tirk ji bo êrîşên nû têne belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin