Îlham Ehmed ji senatorên Amerîkî pistevanî xwest û got: Fisarê li Tirkiyê bikin

20 November 2019 20:20 0 dîtin
Îlham Ehmed ji senatorên Amerîkî pistevanî xwest û got: Fisarê li Tirkiyê bikin

PeyamaKurd - Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ku wekî baskê siyasî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tê zanîn, Îlham Ehmed bi endamên Senatoya Amerîkayê yên Partiya Komariyan senator Kevin Kramer û bi endamê Partiya Demokrat ê Kongreya Amerîkî senator Tim Kane re civiya.

Hat ragihandin ku Seroka Desteya Rêveber a MSDê di hevdîtina ligel endamên Kongreyê de, êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevliheviya ewlehî û aramiya li herêmên ku zêdetirî 5 milyon şêniyên Sûriyê hembêz kirine, gotûbêj kirin.

Îlham Ehmed ji endamên senatoyê re ragihand ku hin terorîstên DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê bi piştevaniya êrîşa dewleta Tirk a derfeta revê bi dest xistine û daxwaz ji endamên Senatoyê kir ku fişarê li ser Tirkiyê bikin daku dagirkeriya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bike û nehêlin qirkirina etnîk li ser pêkhateyên herêmê pêk were.

Îlham Ehmed ji endamên her du partiyan daxwaz kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin û piştevaniya Rêveberiya Xweser ku modela demokratiya pêşketî li bakurê welêt e, bikin.