Îlham Ehmed: Me planek heye, em Sûriyeke nû ya yekdestî ava dikin

03 May 2019 20:50 0 dîtin
Îlham Ehmed: Me planek heye, em Sûriyeke nû ya yekdestî ava dikin

PeyamaKurd - Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di komxebata êl û eşîrên herêmê de axaftinek kir.

Ehmed di destpêka axaftina xwe de got: “Îro li vir em bi hev re pêşeroja xwe diyar dikin û Sûriyeke nû bi yekdestî ava dikin. Berê xwe piştî têkbirina terorê, bi hev re didin ser peymaneke nû û yekkirina gelê Sûriyê tevî hemû pêkhate û çandên xwe ve.”

‘DIXWAZIN FITNE Û GENDELIYÊ BIXIN NAV ME’

Seroka MSDê diyar kir, “Hêzên destwerdanê li pêşeroja gelê Sûriyê dikin, fitne û gendeliyê di vê pêvajoya hesas de ku herêm tê re derbas dibe, di navbera êl û pêkhateyan de diafirînin.”

'ME PLANEK DANIYE...'

Ehmed got, “Me planek ji bo gava pêş daniye daku nexşeyên nû û jiyaneke nû xêz bikin. Em ê bikarin hemû astengî û dijwariyên ku li pêş me derkevin derbas bikin û li hember bisekinin.”

Îlham Ehmed destnîşan kir ku serkeftina wan bi berdewama zimanê diyalogê ye û got, “Gelê me parçekirina xaka Sûriyê, nijadpersetî û tu nakokiyên ku di navbera pêkhateyan de li ser bingehê netewe û etnîkî derbikevin, red kir.”

Di komxebata ku serok û nûnerên eşîrên ereb gotarên xwe pêşkeş kirin de, berpirsên rêveberiya xweser bang li gelê Sûriyê kirin, dûrî hêzên destwerdanê li pêşeroja gelê Sûriyê dikin derkevin.