Îlham Ehmed: Sedema pasxistina hilbijartinan ewlehî û daxwazên milî bû

14 June 2024 18:04 0 dîtin
Îlham Ehmed: Sedema pasxistina hilbijartinan ewlehî û daxwazên milî bû

PeyamaKurd - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, Îlham Ehmed derbarê paşxistina hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Sûriyê de daxuyanî da.

Biryar bû hilbijartinên herêmî yên Rojavayê Kurdistanê 11 Hezîranê bên lidarxistin lê hefteya borî hilbijartin hatibûn paşxistin ku Tirkiyê bertekek tund ji lidarxistina hilbijartinan re nîşan dabû.

Hevseroka Daîreya Têkilîyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, li ser mijara paşxistina hilbijartinan got ku ji ber daxwazeke milî û sedemên ewlehiyê hilbijartin hatin bipaşxistin.

Herwiha Îlham Ehmed red kir ku sedema paşxistinê gefên Tirkiyê ne û di biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254an de jî behsa hilbijartinan hatiye kirin.